| AYDIN KORKMAZZ Êvar e... Êvar e ro dereng e, haynim na Haynim naynim naynim na Êvar e ro derenge, de gidî de Yalla bûkê tanzara Sî daket ser kereng e, haynim na Haynim naynim naynim na Sî daket ser kerenge, de gidî de Yalla bûkê tanzara Êvar e Muxrebe ye Dengê dîkan qebbe ye Gotin û Mûzik: Gelêrî Herêm : Serhed Berhevkar: Aydýn KORKMAZ Lo lawo Lo lawo lawo lawo Serê bozê berdaho Boz li Bîngolê avdaho Lo lawo lawo lawo Kurmalo gede lawo Lo lawo layê metê Pez berda devê xetê Heyrana merîfetê Lo lawo derewîno Te dikura memik dîno Ser sorin kok spîno Gotin û Mûzik: Gelêrî Herêm: Serhed Berhevkar: Aydýn KORKMAZ Welatê min Welatê min welatê min Xortê hêja pilingê çîyan Mêrxasê min Tu nemirî lê tu her heyî Di dîrokê de bi tîpên zêrîn Þervanê min Qada þer da tu wek Egît bû Bû tirs ketî zikê dijmin Wek birûsk bû Erez li Bîngolê Husê li Tekmanê Tekîn li Xinûsê tev wek þêr bûn Bi te re bûn Li ser çiya û baniyên Kurdistan Wek çeleng bûn keleþ û mawzer Li destan Tekoþînek dan bê westan Ne disekinîn ne havîn Ne jî zivistan Gotin û Mûzik: Aydýn KORKMAZ Rêwîyo Lo rêwîyo tu li ku mayî Çavê min li rê nexwîyayî Dilê dayka te bi hisret e Derbas nabe ji te dûr vayî Weyla li min korê nemayê Ji rêwýyê min xeber nayê Bi derba dijmin hatîye kuþtin Cinazê Mazlûm wenda ye Hela binêrin li vî karî Li ecêbên vî neyarî Bêbextî Mazlûmê min kuþtin Wendakirin bi xeddarî Gotin û Mûzik: Aydýn KORKMAZ Miþkê kor Miþkê kor mal xerabkir Teyþta nan ji hev belakir Di mal da xela rakir Welleh ez pê nikarim Nikarim ha nikarim Bi miþkê kor nikarim Li rast min e, li çep min e, Li paþ min e, li pêþ min e, Bilind dike, xwe qil dike Xwe kil dike xwe çin dike Peee…... Ûûûû…. Xwe hildike davêje ser min Welleh ez pê nikarim Nikarim ha nikarim Bi miþkê kor nikarim Min sivnik avêt pêþyê Miþkê kor banzda hewþe Bûye wekî hespê þê Welleh ez pê nikarim Miþkê kor banzda ser tar Xwe qil kir avêt piþt bar Stêrên nivîna anî xwar Welleh ez pê nikarim Gotin û Müzîk: Aydýn KORKMAZ Çima nayê Çima nayê çima nayê Bûka delal çima nayê Xwezgîniyê te siwar bûne Tu xeyîdî ji malê dernayê Bejna delal bihejîne Xwe bixemlîne reþ li te nayê Ser bilindî bi Agirî û Xelat Gulyên dirêj Dîcle û Ferat Siwarên azadiyê qor bi qor Çi xweþ li gerdena te hat Tu Zîn î Mem evîna te Xwîna Þehîdan xemla te Serfirazî tu yê biwelidînî Azadî be wê humla te Gotin û Mûzîk: Aydýn KORKMAZ Zîlan Ji baxçên bi gul Ji peyva bilbil Ji germaya dil Silav li te Zîlan Bû arek bi tîn Bi heybet û kîn Ket dilê dujmin Perçekir ji bin Haza kû tu þêrî Li bîrî nemirî Nû jîyanî tu Ji mere bawerî Gotin û Mûzîk: Aydýn KORKMAZ Bira mirin hebûya kalbûn tunebûya Bira... Bira li dunyayê mirin hebya, kalbun tunebya limin, limin, limin... ax û felek. Keçikê belkî mala bavê te mîrat be, agir li mala bavê te rabe… Rabe ji îro esrê pê ve te ewqas bi çavê xayîn li min mêzekir, Min zanîbû tiþtekî dilê te da heye... Minê serê xwe li ser çoka te danî... Tu ji Xwedê natirsî derd û kulan ez kalkirim... Te takî spî li rûyê min dîtiye, tu ji min re dibêjî heyran tu kalî... Welle ez ne kalim... bîlle ez ne kalim Ez koçerim,xirab mal im bê pergal im, Heyran wez rêwî me bê heval im, ka ji kul û derdên tene ez pê dinalim dilo dilo... Ez dimirim lêlê yadê...Welle dawîya me mirine ez ditirsim bimirim, Kula çavên reþ û belek bi min re here gor û qebristanê. Bira... Bira ez îro bala xwe didimê; Hela rabin,dibêjin îro qirika kewa mina gozel... Zirave,dirêje,mîna qirika qaz û betê li min, li min, li min...ax û felek. Qirika kewa mina gozel zirave dirêje mîna qirika qaz û betê... Tûka ji devê vê qîza malmîratê dibare mîna hubra li ser kaxetê. Ezê dibêm li ber rûnêm ji êvarê heyanî sibê ji xwera bixwînim vê xal û xetê. De lê lê...lê dîlber mala te mîratê… Hela sêr bike ez mame li welatê xerîb çima tu ji min xeyîdî... Heyran bi xwedê sebr û tebata dilê min bi te tê li min, li min, li min… Ez dimirim lêlê yadê…Welle dawîya me mirine ez ditirsim bimirin, Kula çavên reþ û belek bi min re here gor û qebristanê. Herêm: Serhed Çavkanî: Dengbêj ZAHARO Berhevkar: Aydýn KORKMAZ De bêje Ay de bê…lê dayê… Rebenê,porkurê,gulîbirê nemayê de bê…ax de bêje de bêje. Buhare li welatê dûrî xerîb dîsa xeberekî reþ ji min re hatiye, Agir û pête xistiye nava cerg û dilane lê ax lê dayê… Sal nodûçar sîhê gulanê,heyjde rêhevalên xweþmêr,þoreþgerên Kurdistanê, Li deþta þewitîya Ezirganê, li çemê Sansarê;de tu xerabî mal wêranê. Leþkerê dijminên xwînxwarin weke gurê harin çember girtine li dora hevalane Yek jê di navda piçûkê çar xwîçk û du birane Hevalê Rêzan,çavbelekê min xortê cîwan mabû di nav lepên xwînxwaran Canê cîwan dabûn ber gullan û bombane. Ax de bêje dayê… rebenê, porkurê, gulîbirê nemayê Ez çawa ji bîr bikim van kul û keserên giran Heyanî saxbim li dewrana vê dunyayê lê dayê. Ay de bê…ax lê dayê… Rebenê,porkurê,gulîbirê nemayê de bê… ax de bêje, de bêje. Dema sal nodûdu meha Adar ê, ez dihatim xerîbîyê min xatirê xwe dixwest, Ji der û cînaran ji gundîyane ax lê dayê, Min ji hevalê Rêzan çav û biryên reþ û belek nestandibû tu ramûsane Lê min çizanîbû ez nabînim ji vir û wa da xortê cîwan bi ronîkê çavane lê dayê. Ez çibikim îro jî xebera reþ limin bûye mêvane, Wek xinçerekî tûj e tal e li serê sînga min dane, agirekî nava dilê min dadane, Dunya min reþbûye, jiyan li min bûye wêrane lê dayê. Ax de bêje dayê… Gotin û Mûzîk: Aydýn KORKMAZ |